Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 16ê Gulanê dibistan vedibin
PeyamaKurd – Bi sistkirina rêkarên bo vîrusa koronayê re li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, piştî pênc rojên din deriyên dibistan û xwendingehan tên vekirin. Li gorî biryarê xwandekar dikarin neçin polên dibistanan, tenê ji bo prisyarên xwe dikarin serdana dibistanan bikin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Îranê, Muhsin Hacî Mîrzayî ragihand, roja Şemiyê 16ê Gulanê, proseya xwandinê li Îranê dest pê dike, ku ji ber belavbûna vîrusa koronayê hatibû rawestandin.
Muhsin Hacî Mîrzayî got, tevî ku proseya xwandinê dê destpê bike, lê vekirina deriyên dibistanan weke serdema berî koronayê nabe û di vê qonaxê de xwendevan neçar nînin ku di polên xwendinê de amade bin, û ew dikarin dema ku pirseke wan hebe serdana mamostayên xwe bikin û tişta ku nizanin fêr bibin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Îranê di civîna komîteya rûbirûbûna koronayê de, destnîşan kir, programên wezaretê bi rêya online û televîziyonê jî berdewam dibin û xwendevan dikarin sûdê jê werbigirin.
Muhsin Hacî Mîrzayî da xuyakirin ku di 6ê Hezîranê de, ezmûnên pola 12 têne encamdan, ji ber wê jî pêşkêşkirina alîkariyên mamostayan bo xwandevanan, heta 30yê vê mehê berdewam dibe.
Berdevkê hikûmeta Îranê, Elî Rebîî jî îro di civîneke rojnamevanî de ragihand, ji bo vekirin û destpêkirina çalakiyên zanîngehan, ew dê heftiya bê biryar bidin û got, di civîna doh a komîteya rûbirûbûna koronayê de, biryara vekirina dibistanan hat dayîn, lê belê ji bo vekirina deriyên zanîngehan ew negihîştine rêkeftinê.
Elî Rebîî herwiha got ku mizgeft û cihên olî jî dê piştî meha Remezanê bêne vekirin û heta hingê dê deriyên wan cihan girtî bimînin.
Li gorî amarên dawî yên berdevkê lijneya tekoşîna hember vîrusa korona li Îranê Dr. Kiyanûş Cehanpûr îro eşkere kirine, ji duh heta îro li seranserê Îranê 45 kesên din ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 6 hezar û 685 kesan.