TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Îranê du jinên Kurd bi sedemên nediyar hatin girtin

Admin L
Nivîskar
📅 10 cotmeh 2020 14:26

PeyamaKurd –Li Îranê, hêzên Êtîla’ata di 6ê vê mehê de, du jinên Kurd ên bi navê “Endîşe Sedirî û Neda Pîrxiziryan” li navenda bajarê Tehranê girtin û ew birin cîyekî nediyar. Sedema girtinê heta niha jî nayê zanîn.

Li gor Rêxistina Hengaw a Mafên Mirova li Rojhilata Kurdistanê eşkere kir, “Endîşe Sedirî û Neda Pîrxiziryan” ji şêniyên bajarê Sine ê Rojhilata Kurdistanê ne û ev sûça ji bo wan hatîye rêxistin, Hengaw nikariye rastiya wê bizane.

Herwiha tê zanîn “Endîşe Sedirî” xwendkara beşa hunera şêwekariyê ye û piştî girtina wê, ew birine ciyekî nediyar.

Parve bike: