Li Iraq û Herêma Kurdistanê 39 kesên din bi korona ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tendirustîya Iraqê ragihand, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 39 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 2 kesan jî pê can daye.
Wezareta Tendirustî ya Iraqê ragihand; “Di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 39 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine, 12 li Bexda, 2 li Necef, 1 li Silêmaniyê, 2 li Kerbela, 9 li Besra, 3 li Wasit, 2 li Musenna, 3 li Zîqar û 5 jî li Kerkûkê bi vîrûsa koronayê ketine.”
Li gorî wezaretê di 24 demjimêrên borî de li Bexda û Silêmaniyê 2 kesan bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û li Bexda, Necef, Hewlêr, Besra, Musenna, Neynewa û Babilê 51 kesên bi wê vîrûsê ketibûn baş bûne.
Wezareta Tendirûstîya Iraqê eşkere kir, heta niha li Iraq û Herêma Kurdistanê Hezar û 318 kes bi vîrusa koronayê ketine, 601 ji wan baş bûne û 72 kesên bi wê vîrusê ketibûn jî wefat kirine.