TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Îzmîre erdhej çêbû

Admin L
Nivîskar
📅 04 mijdar 2022 13:30

PeyamaKurd – Li navçeya Buca ya ser bi parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê erdhej çêbû.

Li gor Serokatiya Rêveberina Karesat û Rewşa Bilez a Tirkiyê (AFAD) diyar kir, li navçeya Buca ya ser bi parêzgeha Îzmîrê bi hêza 4,9 pileyî erdhej çêbû.

Agahiyên li ser malpera AFADê dan zanîn, erdhej di saet 03:29 xulekan de û 14,47 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Herwiha hat eşkerekirin, ji ber erdhejê li taxa Kubîlay a ser bi navçeya Konak, minareya mizgeftekê hilweşiya û li bajêr piştî erdhejê li hinek deveran elektrîk qut bû.

Parve bike: