TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Îzoliya Meletiyê erdhej pêk hat

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 22 rêbendan 2024 03:43

PeyamaKurd - Li navçeya Îzolî ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4 pileyan pêk hatiye.

Serokatiya Rêveberiya Bobelat û Rewşên Lezgîn (AFAD) a Tirkiyeyê ragihand ku îro, di demjimêr 15:41an de, li navçeya Îzoli ya Meletiyê erdhejek bi hêza lerza 4 pileyan pek hatiye.

AFADê da zanîn ku erdheja Îzoliyê di 9,7 kîlometir jêrzemînê de rû daye.

Hate ragihandin ku di vê erdhejê de ziyanên canî û aborî pêk nehatine.

Parve bike: