Kurdistan
Li Kampa Holê di hundirê konekî de tunelek hat dîtin
PeyamaKurd – Li Kampa Holê di hundirê konekî de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser ve tunelek hat dîtin.
Çavkaniyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn eşkere kirin, di hundirê konekî yê li beşa ‘Muhacîrat’ a Kampa Holê de tunelek dîtine.
Hêjayî gotinê ye, di demên dawîn de metirsiya ku çekdar li kampa Holê êrîşên mîna yên li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê bikin heye.