TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kampa Holê sewat çêbû: Zarokekî can da, 3 kes jî birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 18 adar 2022 23:37

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 18ê Adarê li nav beşa çaran a kampa Holê şewat derketiye û di encama wê şewatê de zarokekî can daye û ji heman malbatê 3 kes jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmê, sedema şewatê hîn nehatiye zanîn, lê hatiye ragihandin ku di encama wê şewatê de zarokekî biçûk can daye û 3 endamên malbatê jî birîndar bûne.

Kampa Holê ku wekî xetertirîn kampa li cîhanê tê naskirin, li rojavayê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye  û li gorî amarên dawî, 57 hezar û 460 kes tê de dimînin ku piraniya wan ji 54 welatên cîhanê jin û zarokên malbatên DAIŞê ne.

Parve bike: