TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li kampa Holê sobe teqiya: Jinekê can da û zarokek jî birîndar bû

Admin L
Nivîskar
📅 12 adar 2022 14:02

PeyamaKurd Li Kampa Holê ya li Hesekê ku malbatên DAIŞê tê de dijîn, şewat derket û di encama şewatê de, jinekê can da û zarokek jî birîndar bû.

Li gor zanyariyan, şewat di encama teqîna sobeyê de derket û jinek Misrî ku navê wê Fatima Ebdullhey e, can da. Herwiha zaroka bi navê Rîhana Ehmed Mihemed ku ji Misrê jî birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya El-Hilal.

Hêzên ewlekariya hundirîn ji bo lêkolînê derbasî kampê bûn û cihê bûyerê lêkolîn kirin.

Parve bike: