Kurdistan
Li kampeke Êzîdiyan sewat derket
PeyamaKurd – Li kampa Çemîşko ya li Duhokê ku koçberên Êzîdî lê dimînin, ji ber kêşeyeke elektîrîkê şewat derket û di encamê de çend çadir şewitîn. Hin kesên li kampê diyar dikin, ziyaneke mezin çêbûye.
Di hundurê mehekê de, cara sêyem e agir bi çadirên wê kampê dikeve. Li gor zanyariyan, ji 12yan zêdetir çadirên koçberan, bi temamî şewitîn.
Ji ber kamp ji binkeyên agirkujiyê dûr e, tîmên agirvemirandin û bewrevaniya şaristanî “dereng” gihîştine cihê bûyerê.