TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Keleha Hewlêrê jidayikbûna Pêxemberê Îslamê tê pîrozkirin

Admin H
Nivîskar
📅 15 îlon 2024 13:51

PeyamaKurd – Îro 15ê Îlonê roja Yekşemê li Keleha Hewlêrê ya dîrokî, roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed tê pîrozkirin.

Ji bo vê jî bi posteran Keleha Hewlêrê hate xemilandin û welatî beşdarî merasîma jidayikbûna Pêxember dibin.

Her sal li Hewlêra Paytext roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê tê pîrozkirin. Welatî jî ji bo pîrozkirina vê salvegerê, li bazar û cihên giştî şîraniyê belav dikin.

Li gorî çavkaniyên dîrokê, di heyama Selahedîn Eyûbî de, sultan Muzeferdîn Kokberî ku Mîrê Hewlêrê bû, yekem kes bû mewlûd pîroz kir û wek helkefteke taybet xwarin li hejaran belav kir. Merasîma li Hewlêrê jî vedigere wê serdemê û heta niha jî ev bîranîn li mizgeftan bi xwendina Quranê, bibîranîn û xwendina jînenîgariya pêxember tê pîrozkirin.

Parve bike: