TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Keleha Hewlêrê konsera muzîka Çekî-Kurdî tê sazkirin

Admin H
Nivîskar
📅 29 îlon 2021 21:36

PeyamaKurd - Îro Çarşemê danê êvarî li 18:30an li ser Kela Hewlêrê ya dîrokî konsereke muzîka Çekî û Kurdî tê sazkirin û biryar e ew kons li bajarê Silêmaniyê jî bê pêşkeşkirin.

Serokê Grûpa Rîtma Hewlêrê, Rêbwar Ebdullah ji Rûdawê re daye xuyakirin, “Di destpêka konserta îro de grûpa Rîtma Hewlêrê dê du birgeyên cuda pêşkêş bike, ku birgeya yekem taybet bi Rîtmê ye û têde dê bi defikê awazên hejmarek stranên ji her çar parçeyên Kurdistanê bê jenandin, di birgeya duyem de jî dê bi amûrên def û Sêtarê hejmarek awazên folklore ên Kurdî bên pêşkêşkirin.”

Rêbwar Ebdullah diyar kir, “Di birgeya duyem de herwiha grûpa muzîkê ya Bardolino ku ji welatê Çekyayê ve hatine û ji 4 kesan pêk tê, dê çend muzîk û stranên welatê xwe pêşkêş bikin.”

Konsera li Kela Hewlêrê bi helkefta salvegera roja niştimanî ya komara Çekyayê û herwiha derbasbûna 15 salan bi ser vekirina ofîsa Nûneratiya Komara Çekyayê li Herêma Kurdistanê, ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Çekyayê li Herêma Kurdistanê û bi hevahengî li gel Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Hewlêrê tê sazkirin.

Biryar e ew konser êvara roja Şemiyê 1ê Cotmeha 2021an di demjimêr 18:30an de li bajarê Silêmaniyê jî were sazkirin.

Parve bike: