Li Kerboranê goreke komî hat dîtin
PeyamaKurd- Li bajarê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê di şikeftekê de goreke komî hat dîtin û ku tê de hejmareke zêde ya hestiyên mirovan heye
Li gorî zanyariyan, li avahiya Gulbîş ser bi bajarokê Kerborana Mêrdînê di nav şikeftekê de hestiyên bi dehan kes hatine dîtin. Guman hene ku dîroka wê gora bi kom vedigere salên 90î û hestiyên wan kesên kuştî bin ku kujerên wan nediyar in û li Tirkiyê wek ‘Dosya Kiryar Nediyar’ tê naskirin.
Mardin dargeçit ilçesinde toplu mezar bulundu! 90 yıllara ait faili meçhul cinayetlere kurban gidenlere ait olduğu düşünülüyor. Yarın incelemelerde bulunulacak. pic.twitter.com/jULkhTP2Kj
Welatiyek bi navê Îrfan Yaqut dîmenê wan hestiyan girtiye û serî Dozgeriya Giştî ya Kerboranê daye da ku derbarê wê de lêkolîne bêne kirin.
Ew welatî ku di sala 1993an de bavê wî hatiye kuştin û heta niha kujerê wî nehatiye dîtin dibêje, “me dîmenên wê gora komî tomar kirin. Di gorê de hestî hatine komkirin û zêdeyî 30 kase serî dîtine.”
Ji salên 1990î ve li Tirkiyê Rêxistina Hêzên Cendirme û Sîxuriya Taybet ku wek JITEMê dihat naskirin welatiyên Kurd direvandin, îşkenca li wan dikirin û carinan jî dikuştin.
Di wan salan de hejmareke zêde Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatine kuştin ku heta niha kujerên wan nehatine dîtin.