Kurdistan
Li Kerkûk û Diyaleyê 40 terorîst hatin girtin
PeyamaKurd – Hêzên Iraqê li bajarê Kerkûkê 2 terorîst girtin. Herwiha li parêzgeha Diyale jî 38 terorîstên din hatin girtin.
Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî diyar kir: ‘‘Îro 24.06.2021ê li parêzgeha Kerkûkê, 2 terorîst ji aliyê hêzên ewlehiya Iraqê ve hatine girtin, ku fermana girtina wan hebû.’’
Herwiha polîsê Diyale Nîhad Mihemed da zanîn: ‘‘Ji aliyê hêzên polîsê Diyale ve, 38 kesên biryara girtina wan a bi tohmetê karê terorîstî hebû hatin girtin.’’
Nîhad Mihemed destnîşan kir: ‘‘Hejmarek ji wan terorîstan, li Gulale (Celewla) ya ser bi bajarê Xaneqînê ve hatin girtin.’’
Nîhad Mihemed eşkere kir: ‘‘Îro 24.06.2021ê ew terorîstane hemû ji girtîgeha Baqûbe re hatin veguhestin.’’