TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê 4 cihên xwevesartina DAISê hatin ruxandin

Admin H
Nivîskar
📅 18 adar 2021 21:24

PeyamaKurd - Li sînorê parêzgeha Kerkûkê 4 binke û penagehên cihê xweveşartina çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê hatin dîtin û ruxandin.

Polîsê federal ê Iraqê ragihandiye ku doh 17ê Adarê êvarî di encama operasyoneke hêzên polîsê federal ên Iraqê ya li sînorê nehîyeya Reşad a Kerkûkê de, 4 binkeyên çekdarên DAIŞê hatine dîtin ku di wan de bombeyên çandî û amûrên bombeyên çandinê, xurek û nivîn û cilûberg hebûn.

Herwiha hat diyarkirin ku piştre ew binke hatin têkdan û ji aliyê endazyariya leşkerî ve ew bombeyên hatine çandin hatin pûç kirin.

Parve bike: