TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê 6 roj qedexe hat ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 02 hezîran 2020 17:54

PeyamaKurd – Li bajarê Kerkûkê yê di çarçoveya pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê de ji bo 6 rojan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.

Şaneya Krîzan a Kerkûkê ji îro 2yê Hezîranê ve heta 7ê Hezîranê (roja Yekşema bê) şev û roj qedexeya çûnûhatinê ragihand.

Berî niha niha biryar bû, qedexeya bi roj li Kerkûkê bê rakirin û tenê ji saet 06:00ê sibehê heta 18:00ê êvaran be. Lê belê ji ber zêdebûna tûşbûyên koronayê ew biryar hat guhertin û qedexe ji bo şev û rojê bihevre hat ragihandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi sedema zêdebûna haletên nû yên koronayê qedexeya çûnûhatinê û derve ya 6 rojan doh ji nû ve dabû destpêkirin.

Parve bike: