Kurdistan
Li Kerkûkê ala Kurdistanê ji ser tirba jî dadixin!
Hat ragihandin ku hêzên antî-terorê yên Kerkûkê, alên Kurdistanê yên ser tirbên şehîdan jî dadixin û qedexe dikin.
Malbata Deştî Ezîz ku pêşmergeyê şehîdbûyî ye, got ku hêzên antî-terorê yên Kerkûkê ji wan re hişyarî rêkirine ku divê ew alên Kurdistanê ji tirba Şehîd Deştî Ezîz rakin. Birayê Deştî, Ehmed Deştî wiha berdewam kir:
“Ji me re gotin ku divê hûn ala Kurdistanê ji tirbê rakin, heke hûn nerakin; em ê herin û jê rakin.
Fermandarê Pêşmergeyan Deştî Ezîz di şerê li dijî IŞÎDê de li Kerkûkê şehîd bûbû.
Hêzên Iraqî ji roja 16ê Cotmeha 2017an ve, nahêlin ku gelê Kurd ala Kurdistanê û hinek sembolên Kurdî li ba bikin.