TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê berpirsekî DAISê hat girtin

Admin L
Nivîskar
📅 10 tîrmeh 2020 14:12

PeyamaKurd – Berpirsekî DAIŞê li devera bajarê Dûbiza Kerkûkê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Berdevkê Qeymeqamtiya Bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê Welîd Hemdanî diyar kir, ev demek e hêzên ewlehiyê li gund û deverên derdora Dûbiz dest datînin ser baregeh û teqemeniyên DAIŞê, ji ber ku çalakiyên wan zêde bûne.

Welîd Hemdanî her wiha ragihand, hêzên ewlehiyê do kesekî bi navê Ebû Ayşe girtin ku berpirsekî DAIŞê bû û karê wî jî gihandina xwarin û pêdiviyên lojîstîkî ye bo çekdarên DAIŞê yên li çiyayê Mame.

Bajarokê Dûbiz 45 km dûrî bajarê Kerkûkê ye û dikeve başûrê rojavayê Kerkûkê.

Parve bike: