TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê di operasyona gendeliyê de gelek kesan xistin bin çav

Admin M
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2026 23:01

PeyamaKurd – Li Kerkûkê operasyonên ji bo gendeliyê (ruşwet) hatin kirin û gelek kesan girtin. Di nava girtiyan de 2 rêvebirên daîreyan û rayedarên asayîşê yên di asta bilind de hene.

Ji Kerkûkê ji asayîşê çavkaniyekî ji bo K24ê ragihandiye ku di demên dawiyê de, ji daîreyên cuda 15 kes hatibûn girtin lê îro operasyonekî nûh kirine.

Di nav kesên xistine bin çav de, ji bajêr ji astên bilind û hin kesên ku daîreyên xizmetê birêve dibin hene û 2 kes ji wan mudir in.

Çavkanî ragihandiye ku rayedarên di asta bilind de tevlî ruşwetan bûne, ji ber karên welatiyan birêve birine, ji wan pere sitendine û ji ber qezenca wan ne rewaye hatine girtin.

Hat ragihandin ku operasyon di çarçova giştî ya Iraqê de ku serokwezîrê nûh Ali Falih Zeydi û kabîna wî dest avêtiye mijara gendeliyê û ji bo dawiyê li gendeliyê bînin kampanyakî fireh ya li dijî gendeliyê dane destpêkirin.

Parve bike: