TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê du terorîstên DAISê hatin kustin

Admin L
Nivîskar
📅 13 tebax 2020 16:30

PeyamaKurd – Îro berbangê li Kerkûkê du çekdarên DAIŞê, bi çekên bêdeng êrîşî ser gundekî Tirkmenan li sînorê Kerkûkê kir û kesekî sivîl kuştin. Piştî wê bûyerê, hêzên ewlehiyê jî herdu çekdar kuştin.

Li gor Şaneya Ragihandina ya Ewlehiya Iraqê belav kir, hêzeke Lîwaya 16 îro berbangê hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê êrîşeke DAIŞê li gundê Belawe şikand û 2 çekdarên DAIŞê kuştin, navê yekî Hanî Rihman e û yê din nehatiye naskirin.

Herwiha hat diyarkirin, çekdarên DAIŞê welatiyê sivîl Felah Xelef kuştibû û welatî Wehid Xelef jî birîndar kiribû.

Parve bike: