TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê êrisa DAISê: Kustî û birîndar hene!

📅 09 hezîran 2019 13:16

PeyamaKurd – Li navçeya Hewice ya Kerkûkê bombeyeke ku berê ji aliyê DAIŞê ve hati û bicîkirin teqiya. Di encama wê teqînê de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Midûrê Polîsê Kerkûkê Ali Kemal derbarê teqînê de daxuyaniyek da û diyar kir ku li nêzîkî gundê Saduniyê yê Hewiceyê mayînek teqiyaye.

Kemal da zanîn ku bombe berê ji aliyê DAŞê ve hatiye bi cî kirin û bi kumandayê hatiye teqandin. Di encama wê teqînê de sivîlek û polîseke federal canê xwe ji dest daye.

Parve bike: