Li Kerkûkê Kurd bi ser ketin: Ji 15 kursîyan 8 garantî bû
Peyama Kurd - Li gor zanyariyên nefermî, li Kerkûkê partiyên kurd ji 15 kursiyên Encumena Parêzgehê 8 kursî bi dest xistine.
Li gorî zanyariyên bi dest ketine, piraniya kursiyên Encumena Parêzgeha Kerkûkê di destê lîsteyên Kurdan de ne û lîsteya herî zêde kursî wergirtîye YNK ye.
Welatiyên Iraqî û Kurdistanî duh ji bo hilbijartinên Civata Giştî ya Parêzgehên Iraqê ku li 15 parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê hatin lidarxistin, çûn ser sindoqan.
Li gorî daneyên nefermî, di Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê de 8 kursî ji bo partiyên Kurdistanî hatin garantîkirin. Li gor zanyariyan YNKê 5 kursî, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 2 kursî û Tevgera Nifşê Nû (Newey Nwe) jî kursiyek bidest xistine.
Hat zanîn ku YNK’ê bi eşkerekirina encamên fermî xwestiye 6 kursiyên Kerkûkê garantî bike.
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi giştî ji 16 kursiyan pêk tê û kursiyek jî bi sîstema kota ji bo mesîhiyan hatiye veqetandin. Piştî ku YNKê kursiya 6mîn bidest xist, wê Kurd di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de bibin hêzê sereke.