Li Kerkûkê li ber hilbijêrên Kurd astengî hatin derxistin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di proseya dengdanê de li Kerkûkê kêşe û kêmasî gelek çêbûne û ji bilî xerabûna cîhazên degndanê li taxên Kurdan hêzên ewlehiyê jî bi behaneyan welatiyan ji dengdanê sar dikin.
Li gorî zanyariyan, dixwazin welatiyên Kurd ji dengdanê sar bikin, da ku rêjeyeke kêm beşdar bibin û bandor li ser rêjeya dengên Kurdan hebe.
Pisporê proseya dengdanê Elî Qadir ji K24ê re diyar kiriye: “Kêşe û pirsgirêk di proseya dengdanê de heye û li hinek binkeyan amûrên dengdanê kar nakin, ev jî ji ber wê yekê ye ku rahênana baş bi karmendên komîsyonê nehatiye kirin.”
Elî Qadir dibêje: “Ew kêşe û pirsgirêk dibin sedema bêzarbûna xelkê ku deng nedin û biçin mala xwe, lê belê divê welatiyên Kurd deng bidin û binkeyên dengdanê bi cih nehêlin, çimkî bi dengdanê, Kurdistanîbûna Kerkûkê nîşan didin.”