Kurdistan
Li Kerkûkê qutkirina elektrîkê metirsî li ser pêketiyên Koronayê çêdike
PeyamaKurd - Rêveberiya Tendirustiya Kerkûkê li ser qutkirina elektrîkê axivî û diyar kir, qutkirina elektrîkê metirsî li ser pêketiyên Koronayê çêdike.
Rêveberê Tendirustiya Kerkûkê Ziyad Cibûrî daye zanîn, elektrîka niştimanî bi berdewamî tê qutkirin û em neçar dibin jenaratorên nexweşxaneyan bidin xebitandin.
Herwiha Ziyad Cibûrî eşkere kiriye, ji ber qeyrana gazê û nexebitandina bi berdewamî ya jeneratoran metirsî li ser jiyana pêketiyên Koronayê çêdibe. Lewre pêwîstiya nexweşên Koronayê bi pileyeke sabît a germê heye qutkirina elektrîkê û kêmiya gazê metirsiyê li ser jiyana wan çêdike.
Di berdewamiyê jî de Zîyad Cibûrî daxwaz ji îdareya parêzgariya Kerkûkê kir ku mîqdarê gaza nexweşxaneyan zêde bike.