Kurdistan
Li Kerkûkê terorîstê DAISê yê sosyal medyaya rêxistinê birêve dibir hat girtin
PeyamaKurd – Terorîstekî DAIŞê, li devera Hewîce ya Kerkûkê hat girtin.
Li gor berpirsê polîsê bajarokê Hewîce li parêzgeha Kerkûkê Fetah Mehmûd diyar kiriye, do hêzên îstixbarata tabûra 14 ya artêşa Iraqê li devera Zab ya bajarokê Hewîce, terorîstekî DAIŞê girtin ku ji Tirkiyê derbasî Iraqê bibû.
Efserê polîs destnîşan kiriye, wî terorîstê DAIŞê, li Tirkiyê xebatên medyayî bi taybet sosyal medyaya DAIŞê birêve dibir û alîkariya wan terorîstên ku ji Iraq û Sûriyê derbasî Tirkiyê dibûn, dikir.