TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kirmanê bi pileya 5.1 erd hejiya

Admin M
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2021 22:09

PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Kirmanê bi pileya 5.1 erd hejiya. Ragihandin ji aliyê Zankoya Tehranê ji Navenda Sîsmografiyê hat kirin. Li gor ragihandinê erdhej li Kirmanê li navçeya Zerendê, siet di 15.16 an de çêbû.

Erdhej 10 km di bin erdê de çêbû lê di babeta zerar û ziyana can û mal de ti agahî nehat dayîn.

Parve bike: