Kurdistan
Li Kirmansanê di bûyera tafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest daye
PeyamaKurd - Li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, di bûyereke trafîkê de 5 kesan canêxwe ji dest dane.
Li gor zanyariyên berdest, bûyer li ser rêya Kozeranê û di encama lihevketina kamyoneke ISUZU û otomobîleke de qewimî.
Cîgirê Fermandeyê Polîsê Rê yê Kirmaşanê, Ibadullah Mihemedî ragihandiye, di encama bûyerê de 5 kesên di otomobîlê de bûne canê xwe ji dest dane û û şifêrê kamyonê jî bi giranî birîndar bûye.
Ibadullah Mihemedî, herwiha otomobîla TÎBAYê weke sedema çêbûna wê bûyera trafîkê li ser rêya Kozeranê bi nav kiriye.