TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kirmasanê 3 keçên ku li ser pirekê dîlan girtibûn hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2022 19:08

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê, bi tohmeta ku li ser pirekê dîlan ligel zilaman girtine, 3 keç ji aliyê polîsên Îranê ve hatin girtin.

Berpirsê Polîsê Kirmaşanê, Hesen Heyderî ragihandiye ku 3 keçan li ser pireke li navenda bajarê Kirmaşanê sema kirine û piştre jî vîdyoya xwe di torên civakî de belav kirine, piştî wê yekê derbarê mijarê de wan lêkolîn da destpêkirin û hêzên polîs ji bo desteserkirina wan keçan dest bi hewldanan kirin û ew desteser kirin.

Berpirsê Polîsê Kirmaşanê gotiye, lêkolîn ji bo wan keçan hatiye kirin û dosyeya wan jî ji bo dadgehê hatiye şandin da ku bêne sizadan.

Herwiha Hesen Heyderî gotiye ku wan baxeke şahiyan jî girtine, ji ber ku li wê derê jî jin û zilam bi hev re reqisîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, çend roj berê jî vîdyoya merasîma derçûna xwendekarên beşa Dermansazî ya Zanîngeha Pizîşkî ya Kirmaşanê di torên civakî de belav bûbû û piştre jî bi sedema dîlana kurdî girtine, Serokatiya Zanîngeha Pizîşkî ya Kirmaşanê biryara dûrxistina 7 mamosteyên zanîngehê dabû.

Parve bike: