Kurdistan
Li Kobanê malek bi balafireke bêpîlot hat bombekirin
PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên xwecihî îro 22yê Çile piştî nîvro balafireke bêpîlot a Tirkiyê xaniyek li başûrê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.
Medya herêmî ya Rojavayê Kurdistanê ragihandiye ku balafireke bêpîlot a Tirkiyê li demjimêr derdora 15:45an, maleke li başûrê bajarê Kobanê li ser rêya gundê Memîtê bomebaran kiriye.
Li gorî zanyariyan welatiyek birîndar bûye û ziyanên madî di encama bombebaranê de çêbûne.