Li Kurdistana rojhilat 3 kolber birîndar bûn
PeyamaKurd- Li seranserê sînorê navbera Kurdistana başûr û rojhilat, karê kolberiyê gelek belaveye. Lê pasdarên Îranê tim bo wan arîşeyan peyda dikin, wan dikujin, birîndar dikin û dest datînin ser eşyayên wan. Lê carna di kirina karê wan de tiştên xwezayî jî tên serê wan. Di nava mehekê de 32 kolber hatine kuştin an birîndar bûne.
Niha li Kurdistana Îranê 3 kolber birîndar bûne ku her yek ji devereka Kurdistanê ye. Yek ji wan bi navê Omer Feqî ku ji xelkê Mahabadê ye, li devera Zozanê Kanî Xudê bi êrîşa pasdaran birîndar bûye ku dikeve aliyê Pîranşehrê. Yekî din yê bi navê Kerîm Ferecî ji xelkê Serdeştê ye, li Zozanê Kanî Derdê birîndar bûye û li Ormiyê tê dermankirin. Yê sêyem bi navê Mesûd Ahmedzade ye ku ji xelkê Banê ji devera Nişîr e, bi barê xwe ve ketiye û birîndar bûye.
Van kolberên navborî tenê yên ku agahiya çapemeniyê ji wan heye ew kesin lê hene ku qet bûyerê nadin çapemeniyê û naxwazin bên zanîn.