Kurdistan
Li Kurdistana Rojhilat erdhejekî çêbû
PeyamaKurd- Li Kurdistana Rojhilatê li bajarê Xoyê car din bi dereca 4,5 erd hejiya. Ragihandina erdhejê ji aliyê Zankoya Tehranê ji navenda Sîsmolojiyê de hat kirin. Erdhej bi sieta cîh siet di 17.49 an de çêbû. Erdhej di binê axê de, di kûrahiya 14 km yan de çêbû.
Bi sedema ku bajarê Xoyê nêzî sînorê Kurdistana Bakûre, li der û dora Wanê jî hat hîskirin û xelk kete nav panîkê. Lê di derbarê encamê de bê zerer û ziyan heye an na de, ti agahî nehatiye dayîn.
Di 23 yê sibatê de jî li bajarê Xoyê redhej çêbû û xesareka zêde giha wan gundên ser sînorê her dû Kurdistanan.