Kurdistan
Li Kurdistana Rojhilat ser derket û leskerekî Îranê hat kustin
PeyamaKurd – Fermandarê sînor yê artêşa Îranê li Kurdistanê (pasdar) Alî Riza Merzbanî, bo ajansa Îranê Tasnimê ragihandiye ku li eyaleta Kurdistanê li bajarê Merîwanê li devera Derrenehiyê di navbera pasdaran û grûbekî çekdar de şer derketiye. Di encama şer de zabitekî Îranê hatiye kuştin. Zabitê hatiye kuştin navê wî Huseyîn Namûr e û mulazime.
Merzbanî ragihandiye ku piştî şer, grûba çekdar deverê terk kiriye.
Li Kurdistana Rojhilat gelek caran di navbera artêşa Îranê û grûbên çekdar yên Kurd de şer dertê lê Îran negot bê bi kîjan grûbê re şer derketiye.
Heya niha ti grûb bûyerê negirtiye ser xwe.