Kurdistan
Li Kurdistanê 11 kes ji Kovid-19 ê wefat kirin
PeyamaKurd- Wezareta tenduristiyê ya herêma Kurdistanê di derbarê rewşa Kovid-19 ê de rewşa îro ragihand. Hat ragihandin ku îro bi sedema Kovid-19 ê 11 kes jiyana xwe ji dest dane. Rewşa Kovid-19 ê ya îro li herêma Kurdistanê weha ye:
10.265 kes heya îro bi Kovid-19 ê ketine.
1.729 test îro hatine kirin.
11 kes îro jiyana xwe ji dest dane.
151 kes îro bi Kovid-19 ê ketine.
118 kes îro ji nexweşînê baş bûne.
5.600 kes heya îro ji nexweşînê baş bûne.
381 kes heya îro bi nexweşînê mirine.