TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kurdistanê 37 kesên zirar dane jîngehê hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 02 tîrmeh 2020 22:46

PeyamaKurd- Li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê, 37 kesên ku ziyan gihandibûn jîngehê hatin girtin.

Berdevkê Polîsê Parastina Jîngehê û Daristanan li Silêmaniyê Hemîn Kamerxan ragihand ku meha borî bi sedema ku di nav sînorên parêzgeha Silêmaniyê de zirar dane jîngehê 37 kes hatine girtin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Kamerxan got ku ji wan 12 kes ji ber binpêkirina qedexeya nêçîra masiyan, 2 kes ji ber çêkirina komira daran, 16 kes ji şewata daristanan û 7 kes jî ji ber helwestên wan ên dijî yasayan li hemberî jîngehê hatine girtin.

Herwiha hat ragihandin, polîs dest daniye ser alavên wan kesan ku tivingên nêçîrî û kelûpelên masîvaniyê hebûn.

Parve bike: