TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kurdistanê 9 kesên din bi koronayê ketin

📅 18 gulan 2020 16:42

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, ku 9 haletên nû yên pêketina bi vîrusa koronaya nifşê nû (Covid-19) li Silêmaniyê hatin tomakirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, ragihand ku di berdewamiya pişkînin û lêgerina gumanbarên koronayê de li Silêmaniyê 9 kesên hatin tomarkirin û hejmara nexweşên gihîşt 413 kesan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ji wan 6 zilam in û 3 kesên din jî jin in. 8 ji wan haletên tûşbûna koronayê xelkê Silêmaniyê ne û yek jî niştecihê nahiyeya Bazayanê ye.

Bi vê haleta nû re û li gor amarên fermî yên Wezareta Tendirustiya Kurdistanê, heta niha 413 kes li herêmê bi vîrusa Covid-19 ketine, ku ji vê hejmarê 385 kes baş bûne û 5 kesan jî heta niha canê xwe ji dest dane.

Parve bike: