TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kurdistanê dengdan bi dawî hat

📅 30 îlon 2018 23:19

PeyamaKurd - Îro yekşemê 30ê Îlona 2018an demjimêr 08:00ê serê sibehê dengdana giştî ya ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê dest pê kir û heta demjimêr 18:00ê êvarê berdewam kir.

Li Herêma Kurdistanê, gel ji bo hilbijartina endamên parlamentoyê îro çûn ser sindoqan. Dengdan ji saet 08:00ê dest pê kir û saet 18:00ê bi dema Hewlêrê bi dawî hat.

Îro hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê hat kirin. Ji bo vê yekê jî gerek 2 milyon û 914 hezar û 992 hilbijêr çûbana ser sindoqan ji bo hilbijartina 100 endamên parlamentoyê. 

Piştî ku deriyê binkeyan hatin girtin proseya cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir û biryar e encamên fermî di heyama 72 saetan de bêne ragihandin.

Çar aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, PDK, Goran, Komel û Yekgirtû, di civîneke rojnamegeriyê de ragihand, ku li navçeya Koyê ya parêzgeha Silêmaniyê sixtekariyeke mezin tê kirin û ew hilbijartina li wê navçeyê  red dikin.

Her çar aliyên siyasî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî di civîneke rojnamegeriyê de li ser birêvçûna hilbijartinê li navçeya Koyê diyar kir, ku kadroyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Koyê bangeşeyê dikin û hêzên çekdarî li nav binkeyên dengdanê bicih dikin. Ji ber vê yekê ew hilbijartina li Koyê red dikin û sixtekariyek mezin hatiye kirin.”

Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê rahihand, ku rêjeya dengdanê ya ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê heta demjimêr 15:00a gihîştiye %22.96. Di nav vê rêjeyê de ji bo parêzgeha Silêmaniyê rêjeya heta demjimêr 12:00 hatiye qebûlkirin.

Rêjeya beşdariyê ya li parêzgehan heta demjimêr 15:00a ev e:

Li parêzgeha Hewlêrê %35
Li parêzgeha Dihokê 41.
Li parêzgeha Helebce 39.

Rêjeya prêzgeha Silêmniyê ji ber ku Berpirsyariya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û Rapirsiyan li Silêmaniyê bersiv neda, hêj nayê zanîn.

Rêjeya beşdariyê ya giştî di hilbijartinan de gihîştiye 22.96a.

Rêjeya beşdariyê heta demjimêr 15:00a li gorî zanyariyên peyamnêrên Rûdawê:

Li Soranê %55.
Li Sêmelê %50.
Li Dînarteyê %48.
Li Şêxanê %49.
Li Ranyê %50.
Li Çomanê %52.
Li Şeqlaweyê %40.
Li Mêrgesorê %80.
Li Rewandizê %50.
Li Baderê %60.
Li Herîrê %52.
Li Amêdiyê %40.
Li Etrûşê %64.
Li Kelekiçiyê %57.
Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê ragihand, ku dema dengdanê nayê dirêjkirin.

Komîsyonê herwiha diyar kir, ku heta demjimêr 18:00ê êvarî deriyên ti binke û navendên dengdanê nayên girtin û heta dema yasayî dê proseya dengdanê berdewam be.

Komîsyonê herwiha tekez kir, ti guhertin bi ser biryarên nû de nayê kirin.

Parve bike: