TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kurdistanê erdhej çêbû: 4.4!

Admin V
Nivîskar
📅 16 nîsan 2018 16:37

PeyamaKurd- Li Kurdistanê vê sibehê li nêzîkî herêma Kaledizê erdhejeke bi şîddeta 4.4ê çêbû.

Rêvebiriya Erdhej û Meteorolojiya Kurdistanê di derbarê erdhejê de daxuyaniyek da û got ku li Kurdistanê vê sibehê seet li 7:30ê li Kaledizê di 9 km binê erdê de erdhejeke bi şîddeta 4.4 çêbûye.

Hat ragihandin ku erdhej li herêma Raperînê jî hatiye ferqkirin. Di erdhejê de ti kes nemiriye û zerar jî çênebûye.

Parve bike: