Kurdistan
Li Kurdistanê hilberîna neftê zêde bû!
PeyamaKurd- Şirketa gaz û neftê (DNO) ya Norweçê ragihand ku îsa ji %80 kar kirine û di demeke nêz de wê hinek xebatên sondajê yên nû bidine destpêkirin.
Şirketa DNOyê li ser malpera xwe ya înternetê ragihand ku li qada Pêşxabûrê hilberîna nefta rojane heta bi 35 hezar warîlî deketiye. Qada Pêşxabûrê ya nefta Kurdistanê, ji aliyê şirketên navnetewî ve tê rakirin û danîn û piştî qada Tawkê, qada herî mezin ya duyemîn e.
Li gorî daxuyaniya DNOyê Qada Nefta Kurdistanê, li herêmê yek ji qadên herî aktîf e.
Xeta Kerkûk-Yumurtalikê ya ku bi qasî 986 km.yan dirêj e, di nava Pêşxabûrê re derbas dibe.