Kurdistan
Li Kurdistanê pîrozbahiyên cil û bergên Kurdî
PeyamaKurd- Li Kurdistanê îro ji milletên ji hev cuda herkes cil û bergên xwe li xwe kir û roja cil û bergên netewî ya 10 ê adarê pîroz kirin.
Li Hewlêrê dîmenên rengareng derketin ortê û wezîrê perwerdê Piştiwan Sadiq bi xwendevanan re wexteka xweş derbas kir. Li Hewlêr li Eynkawa bi taybetî ku gelek xelkê xirîstiyan lê dijîn cilên xwe yên rengareng li xwe kirin û her derê xemilandin. Di dibistanan de her cûreyên rengan dihat dîtin.
Heman pîrozbahî li Silêmaniye, li Duhokê û temamê devera Behdîna, li Kerkûkê hat kirin. Di dibistanan de ev roj bû rojeka din ya kêf û şahiya cil û bergên her netewe an kêmneteweyên li ser axa Kurdistanê.