Li Kusadasî 38 koçber ji xeniqînê hatin rizgarkirin
PeyamaKurd - Li Kuşadasi ya ser bi Aydina Tirkiyê ve 38 koçber ji aliyê tîmên Ewlekariya Peravên Tirkiyê ve hatin rizgarkirin, ku hewil didan derbasî Yunanistanê bibin û belema wan ji ber şepolên deryayê hindik mabû ku noqav bibe.
Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê ragihandiye, şeva derbasbûyî hejmarek koçber ku hewil didan bi awayekî neyasayî bi rêya deryayê sînor derbas bikin û xwe bigihînin Yunanistanê, ji xeniqînê hatine rizgarkirin.
Li gor daxuyaniya Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê, ji ber rewşa xirab a keş û hewayê û şepêlên bilind û bihêz ên avê, koçberên di nav wê belemê de ji ber metirsiya noqavbûna belema wan, ligel navenda Bihawarveçûna Bilez ketibûne peywendiyê û daxwaza alîkariyê kiribûn.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ji ber şepêlên bilind û bihêz, av çûye nav belemê û metirsiya niqûmbûnê hebûye, û ji ber wê yekê koçber ligel tîmên Ewlekariya Peravan dikevin têkiliyê û li ser wê esasê tîmên ewlekariya peravan digihin cihê bûyerê û her 38 koçberên di belemê de rizgar dikin.
Hatiye ragihandin, ku ji wan 38 kesên di belemê de, 35 kes koçberên Sûrî û 3 kes jî Filistînî bûne.
Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê destnîşan kiriye, koçber bo bejayiyê hatine veguhestin û pişkinîna tendirûstî bo wan hatiye kirin, herwiha Fermangeha Koç û Koçberan a Parêzgeha Aydinê xwarin û tiştên pêwîst dane wan.