Kurdistan
Li laboratûarên taybet testa vîrusa korona nayê kirin
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi biryarekê ragihand ku li gorî yasaya Iraq a Federal madeya 89 a sala 1981ê, pişkinîna nexweşîna vîrusa koronayê li taqîgehên taybet qedexe ye û nayê kirin.
Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: “Bi biryara Wezareta Tenduristîyê û bi piştevanîya yasa ya Tenduristîya Giştî hejmare 89 a salal 1981ê pişkinîna taqîgehî bo kontrolkirina nexweşîyên têne veguhaztin, bi tyabet bo Vayrosa Korona ya Nû KOVID- 19, tenê divê li taqîgehên Tenduristî ya Giştî bêne encamdan, nabe ti taqîgehên taybet, yan nexweşxaneyên taybet yan her taqîgeheka din ewê yekê encam bide.”