TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Libya û Tirkiyeyê 12 koçberên Kurd winda bûn

Admin H
Nivîskar
📅 15 tîrmeh 2026 16:48

PeyamaKurd - Serokê Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyayî Bekir Elî eşkere kir ku zêdetirî sê meh û nîv in çarenûsa 8 koçberên Kurd ên ku ji bo gihîştina Ewropayê ji Herêma Kurdistanê çûbûn Libyayê, ne diyar e.

Elî ji Rûdawê re daye zanîn ku têkiliya dawî ya van koçberan di nîvê meha Adarê de li Lîbyayê çêbûye û piştî wê demê tu pêwendiya wan bi malbatan re nemaye.

Herwiha wî bal kişand ser rewşa koçberên li Tirkiyeyê û diyar kir ku ji bilî wan kesan, 7 welatiyên din jî ku xwestine di ser Yunanistanê re derbasî Ewropayê bibin, ev 45 roj in li Tirkiyeyê winda bûne û tu nûçe ji wan nehatiye girtin.

Bekir Elî destnîşan kir ku dîtina van kesan pir dijwar e, ji ber ku ew ne di bin kontrol û desthilata fermî ya wan dewletan de ne, lê ew bi rêya dost û nasan hewla peydakirina nîşanekê didin daku ev rewşa aloz bi dawî bibe.

Parve bike: