Kurdistan
Li Licê bi helîkopter û IHAyan operasyan hat destpêkirin
PeyamaKurd – Li gundewarên navçeya Licê ya Diyarbekira bakurê Kurdistanê operasyoneke leşkerî hat destpêkirin.
Li gorî zanyariyan operasyona leşkerî li gundewarên başûrê Licê yên Zengê, Kerwes û Licokê hatiye destpêkirin û hejmarek yekîneyên taybet ên leşkerî tevî helîkopter û balafirên bêpîlot (IHA) tê de beşdarin.
Hat diyarkirin ku di operasyonê de hin taxên navçeyê hatine dorpêçkirin û bi ser stargehên sewalên gundiyan de girtine.