TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Licê operasyon: PKKyiyekî jiyana xwe ji dest da, cerdevanek birîndar bû

Admin L
Nivîskar
📅 25 gulan 2024 16:41

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di pevçûna ku li navçeya Licê ya Diyarbekirê di operasyona "Bozdogan-40" de derket de PKKyîyekî jiyana xwe ji dest da û çawişê yekem ê cendirmeyê jî birîndar bû.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser platforma medyaya civakî daxuyanî da

Li gor daxuyaniya Yerlikaya di pevçûnê de Mehmet Yildirimê bi kodnavê "Sofî" jiyana xwe ji dest da û çawişê yekem ê cendirmeyê jî birîndar bû. 

Hat ragihandin ku ji ber şer û pevçûnên dijwar dengê gelek helîkopteran û dengê çekan hatiye û gund ji bo demekê hatiye dorpêçkirin.

Parve bike: