Li Licê sewat: Hin mal hatin valakirin
PeyamaKurd – Li navçeya Licê ya Diyarbekirê di derdora seat 19.16an de ji ber xebatên vemirandina şewatê 6 mal hatin tehliyekirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li bejahiya taxên Karahasan, Arîklî, Dîbek û Serînê yên navçeya Licê di derdora seat 19.16an de şewat derket ku hêj sedema şewatê nehatiye zelalkirin.
Li ser agahiya şewatê 112 Navenda Telefonên Lezgîn, îtfaiyeyê ji navçeyên derdorê hatin cihê bûyerê.
Hêzên hiqûqê û ekîbên girêdayî Midûriyeta Karên Daristanan sewqî wan hatin kirin.
Ji ber şewata qapaxê 25 hektar qada daristanê xisar dît, 6 mal hatin tehliyekirin. 2 welatiyên extiyar di kêliya dawî de li malên xwe ji şewatê rizgar bûn.
Piştgiriya gundiyan û hemû ekîban ji bo vemirandina şewata ku bi bandora bayê didome bi wesayîtên vemirandinê xebatên xwe didomînin. (Çavkanî: ÎHA)