Li Lubnanê ciwanekî ji Duhokê hat kustin: Kiryar reviyane Stenbolê?
PeyamaKurd – Li herêma Kasrewan a Lubnanê meytê ciwanekî Kurd ê Duhokê hat dîtin. Polîsê Lubnanê ragihand ku ew ciwan hatiye kuştin û di çarçoveya lêpirsînê de 7 gumanbar hene.
Azad Ahmet Hesenê ji Duhokê, di 4ê Kanûna 2023an de ji Dubaiyê ku ji bo karekî nû çûbû, derbasî bajarê Beyrûta paytexta Lubnanê dibe. Lê ji wê rojê heta niha tu xeberek ji Hesen nehatiye girtin.
Asayîşa Lubnanê ragihand ku meytê ciwanê bi navê Azad Ehmed Hesen ê xelkê Duhokê li gundê Baqatuta yê devera Kasrewan hatiye dîtin û piştî ku ji aliyê komek welatiyên welatên cuda ve hatiye kuştin, meytê wî li nav zeviyekê li wî gundî hatiye veşartin.
Ji aliyê din ve tê diyarkirin ku hinek ji gumanbaran reviyane Stenbolê û ji aliyê Înterpolê ve tên lêgerîn.
Li gor nûçeyên ku di medyaya Lubnanê de hatine belavkirin, 7 kes ji wan 4 Iraqî, 2 Tirk û yek jî Lubnanî bi kuştina Azad tawanbar in. Înterpolê li Tirkiye û Iraqê ji bo kesên ku di kuştina Azad de cih girtine biryara girtinê da.
Tê payîn ku meytê Azad Ehmed Hesen piştî sersalê bişînin Duhokê. Xizmên Azad daxwaza girtina gumanbaran dikin.
Derbarê mijarê de heta niha ti daxuyaniyek ji asayîşa Herêma Kurdistanê Duhok û Silêmaniyê nehatiye dayîn.