Kurdistan
Li Lubnanê ji malbateke Kurd 6 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku 6 endamên malbateke Rojavayê Kurdistanê yên ji bajarê Amûdê bûne qurbaniyên êrîşekê li Lubnanê.
Beha El-Dîn Hesen, serokê Komeleya Xêrxwaziya Kurdî – Lubnanî ragihand, rewşa Kurdan li Lubnanê gelekî xerab e û malbat dibin qurbanî.
Hesen got, ew malbat welatiyên Lubnanî ne ku ji 100 salan ve malbatên Kurd li Lubnanê dijîn û bandora şer li ser hemûyan kiriye û ji alîkariyan bêpar hatine hiştin.
Li gorî zanyariyan heta niha 19 welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji destpêka şer ve jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan ji Efrînê ne.