TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Maras û Osmaniyê erd hejiya

Admin M
Nivîskar
📅 12 cotmeh 2022 00:33

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê û Osmaniyê erd hejiya. Her çendîn erdheja Osmaniyê mezintire jî ya Maraşê berya ya Osmaniyê çêbû. Li gor ragihandina AFAD ê; erdhej li Maraşê li navça Andirinê siet di 16.07an de bi pileya 3.8 û di bin erdê de di kûrahiya 10.68 km yan de nêzî bendava Aslantaşê çêbû.

Erdheja li Osmaniyê çêbû, li gora AFADê; siet di 18.48an de li navça Duziçi bi pileya 5.1 çêbû û navend Osmaniye ye. Erdhej li Entab, Adana, Hatay û Maraşê jî baş hat hîskirin.

Di derbarê zerar û ziyanan de heya niha tiştekî neyînî nehatiye ragihandin.

Parve bike: