Kurdistan
Li Meletî erdhejeke bi pileya 4.5 çêbû
PeyamaKurd - Li navçeya Arguvan a bajarê Meletî yê bakurê Kurdistanê erdhejeke bi dijwariya 4.5an rû da.
Erdhejê tirseke mezin çêkir, lê hîn agahiyên derbarê ziyanên erdhejê de nehatine.
Saziya Hawarçûnê ya Tirkiyê AFADê ragihand ku navenda erdhejê navçeya Arguvan a Meletiyê ye û dijwariya wê jî 4.5 e.