TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meletiyê erdhej çêbû!

Admin L
Nivîskar
📅 01 berfanbar 2023 13:42

PeyamaKurd – Li navçeya Akçadag a Meletiyê di saet 03.18an de bi lerza 4,8an erdhejek pêk hat. Kûrahiya erdhejê 7 kîlometroyan hat pîvan.

Li gorî agahiyên ji Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) hatin wergirtin; Li navçeya Akçadaga Meletiyê bi mezinahiya 4,8an erdhejek pêk hat.

Erdheja ku di saet 03.18an de pêk hat, 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat. Di dema erdhejek ku dibe sedema fikarên demkurt, li gorî tespîtên destpêkê ti neyînî çênebû.

Parve bike: