TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meletiyê erdhej çêbû

Admin L
Nivîskar
📅 28 sibat 2023 13:38

PeyamaKurd – Li navçeya Yeşîlyûrt a Meletiyê erdhejeke bi hêza 4,1 pêk hat.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) hat dayîn, li navçeya Yeşîlyûrta Meletiyê bi hêza 4,1 erdhejek çêbû.

Hat diyarkirin ku erdhej 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Di erdheja ku do li Meletiyê bi lerza 5,6an pêk hat de kesekî jiyana xwe ji dest da û 101 kes jî birîndar bûn.

Serokê AFADê Sezer di daxuyaniya xwe de diyar kir, 32 kes ji binê xirbeyan hatine rizgarkirin, li 2 avahiyan jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Parve bike: